Strana Baran-文本歌词

Strana Baran-文本歌词

Zarok TV
发行日期:

Çipe çipa baranê

Dibare ji ezmanê

Baranê ha bibare

Pirke ava rûbare

Baranê hema hema

Tijîke ava çema

Ava çiya û çola

Zeviyên deşt û dola

Şînke genim û giya

Gulên xweşik geliya

Qaz qulingên arana

Difirin diçin zozana

Gulnewroz û kereng

Hin zû dertên hin dereng

Sping li gel tirşokê

Şîn dibin li devê cokê

Ewrên te bi gurîn in

Kovark serî derxînin

Kar û berx diçin çerê

Çîvik bixwînin li her derê

Çipe çipa baranê

Dibare ji ezmanê

Baranê ha bibare

Pirke ava rûbare