Navê min patat e,
Ez wek xwarin ba te,
Min hê pir nav hene,
Kurdî çar danane.
Yê du ye kartol e,
Şîn dibe li dol e,
Sêvik navê sêyê,
Cîna wisa tê yê.
Navê çarê kir top,
Çar heb çêbûn hop hop,
Wek xwarek bixêr im,
Bo we tim bikêrim.
Vîtamîna B şeş,
Hal û rewşê dike xweş,
Vîtamîna C ye,
Radike ser pê ye.
Dema zik bû zuha,
Mirov dixe tirxa,
Bo hestî û posta,
Kartol heval û dosta.